Dîsan kolber bûne qurbaniyê teqeya hêzên hikûmeta îslamî ya Îranê

14:46 - 12 Kanûna Paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Hêzên sînorparêzên Îranê di navçeya Pîranşehrê de teqe li kasibkar û kolberên Kurd kirin, di encama vê teqeyê de 5 kolber bi giranî birîndar bûne.

Li gor nûçeyên ku gihîştine Ajansa \"kurdpa\"yê, êvara roja Sêşemiyê 21ê Berfenbarê, li ser sînorên Temerçîn ya bajarê Pîranşehrê, 5 hemwelatiyên kolber yên Kurd bûne armanca gulleyên hêzên hikûmetê.

Nûçegihaniya \"Kurdpa\"yê di bajarê Pîranşehrê de piştî piştrastkirina vê nûçeyê, nasnameya wan 5 hemwelatiyên kolber weha ragihand: \"Hasil kurê Taha, Îsmaîl kurê Îbrahîm, Efşar ku temenê wî jêr 18 saliyê ye, Ceifer kurê Rehman,Bêhnam kurê Şoreş Mihemed Reşe, û Mame kurê Hemze Ateşberg\".

\"\"Wê çavkaniyê belav kiriye ku; hêzên hikûmetê bi bêyî tu agadariyekê û bi hêceta parastina sînoran teqe li wan 5 kolberên Kurd kirine.

Vê çavkaniyê di dirêjiyê de gotiye: \"Ev kolberne di navbera axa Kurdistan û Îraqê de rastî teqeya hêzên hikûmetê hatine\".

Li gora vê çavkaniyê, Ew 5 kolberên kurd bona dermankirinê rakirine nexweşxaneya bajarê pîranşehrê.

Di salê de zêdeyî sed kolberên Kurd bi sebeba teqeya hêzên hikûmetê li ser sînorên kurdistanê jiyana xwe ji dest didin.

Li gor bîlançoya ku hatiye tomarkirin ji aliyê navenda Ajansa nûçegihaniya \"kurdpa\"yê ve, di meha derbazbûyî de zêdeyî 11 kolber bi sebeba teqeya rasterast ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve, jiyana xwe ji dest dane.