Dîsan hêzên îtila`atê hevwelatiyekî Kurd desteserkirin

19:40 - 13 Şibat 2019
Ajansa Kurpa: Hêzên îtlia`atê hevwelatiyî Kurd yê xelkê bajarê Sine, desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 22`ê Rêbendanê, hevwelatiyî Kurd yê bi navê, “ Mihemed Selîmî” temen 31 salî û kurê Celal, li devera Sîrwan a girêdayî bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`atê hate desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ew hevwelatiyî Kurd, di dema desteserkirinê de, rastî lêdanê ji aliyî hêzên îtila`atê ve hatibû.

Herwisa vê çavkaniyî daye xuyakirin ku, hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra dadgehê, û bi tometa alîkarîkirina di gel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, ev hevwelatiyî Kurd desteserkirin e.

Heya bilavbûna vê nûçeyê, derheq wî havwelatiyê Kurd, tu zanyariyek li bara qeder û cihê veguhestina wî ber dest nîne.