Dîsan bi gulleyên hêzên leşkerî ên Îranê kolberekî din birîndar bû

17:31 - 1 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Di encama danîna boseyê bo kolberên Kurd ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê ve di navçeya Pîranşarê de, kolberekî xelkê vî bajarî bi giranî birîndar bû.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpayê, şeva borî 10`ê Cozerdanê hejmarek ji kolberên Kurd dikevin boseyê de, û di encamê de kolberekî xelkê yek ji gundên Pîranşarê, dibe armanca gulleyên hêzên leşkerî ên Îranê.

Nasnameya vî kolberê Kurd Ebdullah xelkê “Qelate Reş” a Pîranşarê hatiye ragehandin.

Li gora çavkaniyeke agehdar ew kolberê Kurd gulle li lingê wî ketiye û bi giranî birîndar bûye.

Ew çavkaniya herwisa dibêje ku: Ebdulla bo çareseriya pizişkî bo navenda dermanî hatiye şandin.

Di destpêka vê hefteyê de 6 kolberên Kurd bi gulleyên hêzên leşkerî ên hikûmetî di navçeyên Şino, Pîranşar û Bane de bûne qurbanî.

Kolberên Kurd bo dabînkirina bijîwa jiyana xwe bi neçarî li hember pereyekî kêm tiştên biyanî ji xalên nefermî re bi bê gumrik, tînin.