Dîsa werzişkarekî Kurd bû qaremanê Îranê

13:38 - 26 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Li rojhilatê Kurdistanê werzişkarekî kurd karî rekora spora bastanî ya kişandina kevan a dişibihe kevanjeniyê bişkîne û pileya yekem a wê beşa werzişî qazanc bike.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, civanê Kurd yê bi navê Mobîn Zîbaliqa, rekora spora kevin a kişandina kevan şikan û bi cî bi cî kirina qasî 79 cotan ji wê werzişê bû qaremanê Îranê.

Navborî di nava 29 reqîban li wê rîşeya sporê de, karî ji hemûyan derbas bibe û pileya yekem bidest bixe.

Giraniya kevanê bo werrzişkarê 90 kîlogiramî, 18 kîlo bû.

\"26185.jpg\"
Mobîn Zîbaliqa di kişandina kevan (kobadê) ê de bû qaremanê Îranê
Ew dewreya pêşbirkê bi beşdariya werzişkarên parêzgehên Sine, Elborz, Îsfehan, Simnan, Merkezî, Yezd û Xurasana Rezewî, li bajarên Aran û Bîdgul yên Îsfehanê hatin lidar xistin.

Herwiha piştî bi dawî hatina pêşbirkê, bi pileyên yeke heya sêyem medalya hatin dayîn û pileyên din jî bi xelatên taybet keda wan bê bersiv nehat hiştin.