Dîsa leşkerên Îranê kasibkarekî Kurd qetil kirin

19:45 - 21 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Kolberekî kurd yê xelkê “Nelos” a Şino li rojhilatê Kurdistanê, di encama gule raşandina hêzên leşkerî yên Îranê de , li deverke sînorî a wî bajarî, cane xwe ji dest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Sêşemî, 19`ê Gulana 2015`an, hêzên leşkerî ên hikûmeta îslamî ya Îranê, li deverek tixûbî a bajarê Şinoyê, teqe li karwanek kasibkarên kurd kirin û di encamê de, kolberek bi navê “Qadir Şebrû” jiyana xwe ji dest da.

Ew kasibkarê kurd ji ber bêkarî û nebûna debara jiyanê rû li kolberiyê kiribû ku roja sêşemî bi guleyên hêzên leşkerî yên welatê Îranê dawî bi jiyanê anî.
ji sedemên sereke yên berê xwe dan (penabirin) a hemwelatiyên Kurd bi kolberiyê, nebûna pêdiviyên jiyanê, betalî, neafirandina derfetên karî û sermayadrî li Kurdistanê, herwiha pênasenekirina durist ya kasibkariya li ser tixûban ji aliyê karbidestên hikûmetê ve tên hejmartin.

Hêjayî gotinê ye hêzên leşkerî yên Îranê bêyî ku xalên yasayê ên bikaranîna çakan biparêzin; bi awayekî rasterast kasibkaran didin ber guleyan û wan bi kuştin û birîndarbûnê re rû bi rû dikin.

Gorî Amarên ku li navensa ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatine qeyd kirin, ji sala nû ya Rojî ve heya niha (destpêka Newroza 2015`an) 64 kolber (kasibkar) ên Kurd bi guleyên resterast ên hêzên leşkerî yên hikûmeta îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û birîndar kirin.