Dîsa kasibkarek hat qetilkirin

21:52 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, bi hinceta bazerganiya neyasayî a ser sînor, agir bi ser kolberan de dibarînin û wan qetil dikin. Kasibkarekî din li pîranşara rojhilatê Kurdistanê hat kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja duşemî 13`ê tîrmeh (july) ê, kasibkarê bi navê Siyamend Ehmedî ( ku rûniştvanê Pîranşarê bû) bi guleyên leşkerên Îranê hedef hat girtin û di encamê de bi giranî birîndar bû.

Navborî piştî birîndarkirinê, ew rakiribûn nexweşxaneya bajarê Mahabadê, lê bi sedema giraniya birînan (piştî du rojan) îro jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyeke agah li pîranşarê vê derbareyê de ji ajansa Kurdpa re got: Ew kasibkarê Kurd, bi neçarî bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê rû li kasibkariya ser sînor kirbû.

Şêniyên sînorî ên rojhilatê Kurdistanê, bi sedema bêkarî, nebûna pêdiviyên jiyanê, hejarî û hin sedemên din, bera xwe didin bazerganiya ser tixûban. Salane bi dehan kes ji wan kasibkaran ji aliyê hêzên leşkerî ên Îranê ve tên kuştin û birîndarkirin.

Gorî bîlançoya ku li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatî tomarkirin, ji destpêka buhara îsal heya niha, 12 kasibkar ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve, hatine kuştin û 11 kolber jî birîndar bûne.