Dirav, giraniya %20 û bêdengbûna Dolar

20:17 - 12 Çirriya paşîn 2015
Ajans Kurdpa: Nirxa Dolarê Emrîkî ji 3565’ê derbaz bû, û nêzîk bi 300 Tûmenî zêdebûnê bi xwe ve dibîne. Eva di demekê de ye ku serkomarê Îranê Hesen Rûhanî piropagendeya vê yekê dikir ku lihevkirina navkî dibe sedema geşandin û baştirbûna rewşa aborî û zêdebûna nirxa diravê netewî di Îranê de.

Li gorî rapora malpera “Cîhan Niyûz”ê, di despêka demsala Peyîza Îsal de nirxa Dolar ber bi zêdebûnê ve çûye û niha di sînorê 3550 Tûmenî de her zêde dibe û dadibeze. Eva di demekê de ye ku nirxa Dolar di sala derbazbûyî de 3260 Tûmen bû, û eva jî nîşan dide ku Dolar 290 Tûmen girantir bûye. Eva di rewşekê de ye ku di despêka demsala Payîza îsal de Dolar gihîşte 3370 Tûmenî û hevdem digel destpêbûna demsala Payîzê jî, bi sedema bilindbûna daxwaziya vê, bazirganiya Dolar di bazaran de rêjeya zêdebûnê tomar kiriye.

Li gorî rapora “Name Niyûz”ê, kêmbûn û zêdebûna bazar a dirav di Îranê de tevî dijkiryarên karnas û berpirsyarên aborî berbirû bûye.

Hinek şareza li ser vê baweriyê ne ku di bazaran de du daxwaz li ser Dolar hene. Ya yekem daxwaza “Sifte” ya bazarî ye û ya din daxwaza asayî ya bazarên weke bazara derûban û bûrs hekê vekişiyên, “Nextîne” û daxwaza Sifte bo Dolar dadibeze. Şareza li ser vê baweriyê ne ku hekî bazar nehê geşandin, “Nextîne” wê ber bi Dolar ve herin, û eva jî dikare daxwaza Sifte ya bilintir bike.

Hinek ji pispor û şareza li ser vê baweriyê ne ku sedema bilindbûn û nizimbûna nirxa Dolar di bazaran de, vedigere bo nebûna rêveberiyêk baş û dirust di bazaran de. Bi baweriya wan pisporan, dema em di yasaya bûdce de Dolarekê bi 2850 Tûmen û di bankan de bi 3150 Tûmenî difiroşin, bê guman wê bandorê bixe ser bazar û dikare ku nirxa dirav bilind bike.

Rojnameya çaksazîxwaz ya “Heftê Sobh” di raporekê de bas ji vê yekê dike ku, nirxa dirav di dema hetine serkara dewleta 11’mîn de heya îro,600 Tûmen giran bûye. Eva di demekê de ye ku Dolar xwe ji 3700 Tûmenî nêzîk dike. “Serraf” jî dibêjin ku mijara han li bal banka nawendî tu girîngiyek tunine.