Diraf sitandin ji xwendewanan bo kirîna suxteniyê li dewera Pîranşar

19:28 - 30 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li doma diraf sitandin ji xwendewanan bo kirîna suxteniya demsala zistan,dawa diraf ji xwendewanên dewera Pîranşar jî hate kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, berpirsên qutanxanên seretayî yên dewera Pîranşar bixwendewanan ragihandine ku gere her xwendewan, 30,000 tûmenî bo berev kirina suxteniyê bi qutabxanê bide.

Çinebûna suxtenî li demsala zistanê de gihîştiye astik ku çend roj pêş niha , cêgirê berpirsê dezgeha amûziş û perwerişa şarê Kamiyaran bi nûçe gihaniya Fars ragihandibû, niha depişkik ji qutabxanên dwera Kamiyaran tev kêmasiya suxtenî û tiştên germ kirinê rûberû bûne û bi hatina demsala sir û serma, xwendewan tûşî astengan bibin.

Sala borî jî li rewşik de qutanxanên çend gundan ji dewera Hwerama Text li sedem çinebûna suxteniyê li demsala zistanê de tûşî daxistinê bibûn, ku pêştir jî hindik diraf ji xwendewanan bo berev kirina suxteniya zistanê jê wan hatibû wergirtinê.

Ji aliyik din de berpirsên qutabxana gundê Welejêra dewera Merîwanê bi xwendewanên vî gundî ragihandine ku gere, xercê nûjen kirina qutabxana vî gundî ji aliyê xwendewanan de bê berv kirin.

Qutabxana vî gundî bo nûjen kirinê pêwîstî bi 3,000,000 tûmen diraf hebûye, lê wezareta perwerda hukûmeta islamiya Îranê ji dana vî dirafî xwe radigoze.