Dilopên baranê hibra pênûsa xwendekarên Loristanê ye

16:24 - 28 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Li bajarê Loristanê de, xwendevan di nav bê îmkaniyê de dersê dixwînin, di demsala îsal de jî xwendevan di vê parêzgehê de, di nav berf û baranê de bi çetrê (sîvanê) di kilasên xwe de amade dibin.

Li gor nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, xwendevanên dibistana “Mogoyî” a bajarê Dorûdî ya ser bi bajrê Loristanê bi sebeba Kevinbûyîna banê dibistanê, ev ban dilop dike, û di dema xwendina dersan de xwendevan bi çetrê di polên xwe de amade dibin.

Îdareya Perwerdeya bajarê “Dorûdî” ragihandiye ku: “ Di bernameya wan de nûkirina vê dibistanê heye”.

Diyarkirin û dabînkirina kel û pelên standard, yek ji erkên rêkxistina lêkolînkirin û bernamedanîna Îdareya Perwerdeyê ye.

Bajarê Dorûdî heşîmeta wê 162 hezar û 800 kes e, ku 126 kîkometra çargoşe ye, û di Rojhelata Parêzgeha Loristanê de ye”.