Dikomênta “ Koçerên Xorasana Bakûr” nerazî bûna Kurdên Xorasanê çêkir

15:08 - 1 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Dikomênta Radyoyî a “ Koçerên Xorasana Bakûr” ku heyamê mehek berî niha hatibû amade kirin, li gel narazi bûna Kurdên vê herêmê rû bi rû bû.


Li gor rapora Ajansa Kurdpa,ê’  Dikomênta han ji aliyê radyoya Etrek a vê parêzgehê, ku 40 deqeye hatiye amade kirin kû bas ji çavaniya Koç kirina koçberên Kurd ên Xorasana bakûr dike û jîyana wan koçberan nîşan dide.
Çavkaniyek baver pêkirî bi nûçe gihanê Kurdpa,ê’ ragehand: li detpêkê biryar vabû kû berhema han bi du zimanê Kurdî û Farisî bihê çêkirin, lê ji aliyê berpirsên navenda Deng û Reng a parêzgeha Xorasana Bakûr dijberiya karê han hate kirin û di encam de tenê bi zimanê Farisî hate amade kirin.

Ev karê navenda Deng û Reng a Etrek bo sebebê nerazi bûna Kurdên herêmê.

\"10512.jpg\"
Kanla Etrek kû kanaleka ser bi dewleta Îranê ye, çi giringiyekê bi zimanê Kurdî nade û bi awayekê ku di heftiyê de tenê 20 deqe bi zimanê Kurdî bername heye û eve di çaxekê deye kû pitir ji 1 milyon Kurd li parêzgha Xorasana Bakûr de jîyanê dikin.

Çavkaniyek herêmî bi Ajansa Kurdpa,ê’ ragehan ku: Tv ya Xorasna Rezevî bi zimanê Kurdî bernameyan bilav nake û bi awayek berfireh hewil didin kû Kurdên Kirmanc cûda ji Netewa Kurd bidin nişan dan û wan ji nasnameya Kurdî a xwe dûr bixin.

Sala 1384a rojî di biryareke siyasî de parêzgeha Xorasanê bo 3 parêzgehan hat parvekirin û Kurdên vê herêmê bi ser du parêzgahên Xorasan Rezevî û Bakûr de hatin dabeş kirin, bi awayekê kû zêdetir ji 600 hezar kes ji Kurdên herêmê di bajraên Quçan, Layin û Çinaran,ê’ akincî ne kû ser bi parêzgeha Xorasana Rezevî ne.