DIÊŞ li Kobanê, çekên kîmiyayî bi kar anîne

15:42 - 25 Çirriya pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: li midêçend rojên borî de, şer û levdan li şarê Kobanêû gundên dorê, bi rewşik berçav zêde bûye û hindik ji serekaniyên nûçan, bas ji bi kar hatina çekên kîmiyayî li şarê Kobanê de dikin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, tê gotin, hêzên dewlwta islamî(DIÊŞ), li şarê Kobanê, li Kurdistana Sûriyê de, li dema hêrişik ser hêzên Kurd, çekên komkuj bi kar anîne.

Gorkî serekaniyên nêzî PKK, çekdarên xelafeta islamî, binav bûyî bi DIÊŞ, li rojhilata şarê Kobanê de, çekên kîmiyayî bi kar aniye û li sedem de, hindik ji welatiyan, birîndar ketine.

Gorekî wan resm û fotoyên ku ser bi kar hatina çekên kîmiyayîû birîndar ketina welatiyên şarê Kobanê ku bo ajansa Kurdpa hatine şandin; çen kes ji welatiyên Kurd li şarê Kobanê de, bi çekên kîmiyayî, birîndar bûne.

Heya niha , nûça bi kar anîna çekên kîmiyayî ji aliyê hêzên ser bi DIÊŞ li şarê Kobanê de, ji aliyêçi yek ji nûçe gihaniyên fermîû senterên mafê mirov de, nehatiye pişrast kirinê.

Tê gotin, 20 roj pêş niha, 2 duxtorên Kurd, ji xelkê Kurdistana Îran, bi amanca çareser kirina birîndarên Kobanê, çone Kurdistana Sûriyê.

Hêrişên çekdarên xelafeta islamî(DIÊŞ) ser şarê Kurdistaniyê Kobanêû dora vê, reaksiyona pitira welatên cîhanêû bi taybet Amerîka, bi dû xwe aniyêû bi pêdana çekan û alîkariya midîkal, alikariya hêzên Kurdan kirine.
\"22840.jpg\"

\"22841.jpg\"

\"22843.jpg\"

\"22844.jpg\"

\"22845.jpg\"