Diçin serdana Ocalan

15:22 - 1 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş derdarê vekişîna PKKê wiha got: Pêvajoya ku ji aliyê Abdullah Ocalan da destpêkir,qonaxa ewil bi awayekî serkeftin hatiye kirin.Divê Ocalan di vê qonaxê de nirxandinek bike.Em ê di demekî kin de bi Ocalan re hevdîtinek pêk bînin.

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş li paytexta Belçîka ya Brukselê pêwendiyên xwe didomine.Selahattîn Demîrtaş bi endamê berpirsiyarê firehbûnê ya Komîsyona YEyê Stefan Fule,ji Parlamentoya Ewrupayê Martîn Schullz jî di nav de gelek rayedarên YEyê re hevdîtin pêk anî.

Demîrtaş piştî hevdîtinan di Nuçe TV de derbarê havdîtinan de bersiva pirsan da.

Pêvajoya Çareseriyê
Demîrtaş têkildarî pêvajoya aşitiyê de wiha got:Pêvajoya ku ji aliyê Abdullah Ocalan da dest pê kir,ji 3 qonaxan pêk tê.Qonaxa ewil bi awayekî serkeftîn hatiye kirin.Di vê qoxanê de KCK û HPG wezîfeyên xwe anîne cih.Di vê mijarê de hêla Kurdan bi awayekî disiplîn û rasteqîn wezîfeya xwe dimeşine.Li hêla hikûmetê jî hê gavên şênber neavetine,lê heta niha tiştek neyenî jî neqawimiye.Ocalan divê nirxandinek bike.Divê em wek Şandeya BDPê civînek li dar bixin.Dibe ku di demekî kin de civînek bibe.

Xebata Makezagona Nû
Di vê pêvajoyê de divê AK Partî û dewlet rastiyan baştir bibîne,bestekên reformê bike.Divê ji bo makezagona nû paqijkirin bê kirin.Bila meclî di vê pêvajoyê de nekeve betlanê.

Demîrtaş parast kir ku bila referanduma makezagonê di beriya hilbijartinan de bibe.

Konferansên Li Enqereyê
Li Tirkiyê cara yekem ji bo aşitiyê konferansek hat lidarxistin.Gelek komên cûda ji bo aşitî û biratiyê hatin bahev.Ev konferans ji ber bangî Ocalan hatiye kirin.Ev xalek girîng e.Konferansa li Amedê di 15-16ê Hezîranê de dê bê kirin.Rêxistin û tevgerên Kurd dê werin ba hev.Di vê Konferansê de Kurd çi dixwazin,daxwazên wan çi ne,dê derkeve holê.Yên ku beşdarî vê konferanê nebin,dê ji der pêvajoyê.
Xeberên Kurdî