Dibistaneke Pîranşehrê agir pêket

15:53 - 9 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema nestandard bûna sobeya neftî, dibistaneke bajarê Pîrnşahra rojhilatê Kurdistanê agir pêket û jiyana xwendevanan xist bin tehlûke yan.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja yekşemî 8’ê şibata 2015’an, dibistana gundê “Şixtan” ê ser bi Pîranşehrê agir ber bûyê û tûşî ziraran bû.

Tê gotin ev bûyer bi sedema nestandard bûna sobeya petrolê û hatina bagerê qewimiye.

Di wê agirpêketinê de zirarên canî çê nebûne lê xisareke mezin gihîştiye dibistanê.

Li parêzgeha Urmiyê (Azerbaycana Rojava) 9 hezar polên dersê li bajar û gudên derdorê, bi sobeyên neftê tên germ kirin.

Karzanên pirsên perwerdeyî ser vê baweriyê ne, girîng nîne sobeyên neftî standar yan nestandard bin, belkî zaten ew sobe nebaş in û wek bombeyeke demkî dimînin ku her deqîqe mimkin e biteqin.

Ji heyamê 17 salên borî heya niha li dibistanê welatê Îranê, nêzî 50 xwendevanan bi sedema şewitîna bi agirê sobeyên neftê mirne û hejmarek jî kêm endam bûne ku mînaka herî balkêş û diltezîn a wan bûyerane keçikên Şînavayî ên Pîranşehrê ne.