Di welatê Holendê de êrîş kirine ser endamekî Partiya Demokrat

18:51 - 20 Hezîran 2020

Roja Înê 30`ê Cozerdan, di welatê Holendê de bi kêrê êrîş kirine ser “Sadiq Zerza” û di encamê de hate birîndarkirin, navbirî berê endamê rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûye.

Li gor rapora rojnameyekî Hulendî, ew endamê PDKÎ, bi lêdana zêdir ji 15 derbên kêrê hate birîndarkirin û hegera hindê heye ku ew êrîşe “palnera siyasî” bûbe.

Hawdem malpera navenda Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina wî nûçeyê, ragihand: “Kesek bi navê R.P xelkê bajarê Şinoyê ku wisa hatiye zanîn bo xwendin û devreya pisporî ya pizîşkî li welatê Holendê bûye, peywendî bi “Sadiq Zerza” re digre û daxweza dîtinê û rênivîniyan lê dike.  “Sadiq Zerza” ku diçe bo cihê dîtinê û bi deste gulekê diçe cem wî, kesekê îşare pê kiriye bi kêrê êrîş dike ser wî û çend kêran li sîng û laşê Sadiq dide.

Malpera “Kurdistanmedia”yê di berdewamiya vê nûçeyê de ragihandiye ku kesê êrîşber ji aliyê polîsê welatê Holendê ve hate binçavkirin.

“Sadiq Zerza” berê endamê rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû û navbirî xelkê bajarê Şinoyê û niha jî rûniştiyê welatê Holendê ye.