Di şerê hember DAÎŞ’ê de 3 endamên PAK şehîd ketin

13:13 - 10 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: 3 endamên partiyeke opozosyona hikûmeta Îslamiya Îranê di şer û pevçûnên qaşoyî rêxistina DAÎŞ’ê, li rojavayê Kerkûkê hatin şehîd kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di pevçûna hêzên pêşmerge li kerkûkê hember DAÎŞ’ê (Dewleta Îslamiya Îraq û Şam ), 3 pêşmergeyên Partiya Azad a Kurdistanê, çûn ser dilovaniya xwe.

Di operasiyona azadkirina Kerkûkê de ku du roj in dest pê kiriye, tevî şehîd bûna 3 pêşmergeyên rojhilatê Kurdistanê, heya niha zêdeyî 8 gundan li çekdarên DAÎŞ hatine rizgar kirin.

\"25300.jpg\"
Diyako Rehîmî Zanko Kamyaranî û Hêrîş Seqizî di pevçûnên hember DAÎŞ’ê de hatin şehîd kirin
Navenda nûçegihaniya PAK bi piştrast kirina şehîd bûna wan pêşmergeyan, ragihan: Di dema proseya azadkirina rojavayê Kerkûkê ya beriya niha bi du rojan de, hêzên Partiya Azad a Kurdistanê roleke serke û bi hêz ji xwe nîşan dan.

Nasnameya wan 3 şehîdan, Diyako Rehîmî, Zanko Kamyaranî û Hêrîş Seqizî hat ragihandin.

Partiya Azad a Kurdistanê, di heyamê 9 mehan şer û pevçûn ligel çekdarên DAÎŞ’ê, heya niha 4 endamên xwe ji dest dane.