Di Sala Bihurî de 77 Welatiyên Kurd li Îranê de rûbirûyê Darvekirinê bûne

13:48 - 7 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Di sala 2712’an a Kurdî heya destpêka sala 2713’an,56 welatiyên Kurd bi sûçên cûr bi cûr bi biryara dezgeha dadverî ya Îranê bi darvekirinê hatine mehkûm kirin.

Li gor amara tomar kirî di nawenda amara ajansa kurpa, di sala 2713’an a Kurdî de 77 welatiyên Kurd bi darvekirinê hatine mehkûm kirin ku ji wan 77 kesan 56’welatî bi biryara dezgeha dadverî a komara Îslamiya Îranê hatine darvekirin.

Her wisa li gor amara ajansa kurdpa,21 welatiyên Kurd ji aliyê dezgeha dadverî a Komara Îslamiya Îranê hûkmê darvekirinê bo wan hatiye diyarî kirin ku 9 kes ji wan 21 kesan bi tawanê siyasî hatine girtin.

Hebîb Efşarî، Elî Efşarî، Mensûr Arwend، Saman Nesîm، Bextyar Mê\'marî، Simko Xurşîdî، Huşeng Rezayî، Îbrahîm Îsapûr û sîrwan Nijwarî seva çalakiyên siyasî ji aliyê dezgeha dadverî a Komara Îslamiya Îranê bi darvekirinê hatine mehkûm kirin.
Her wiha berwar 27’ê Çileya Paşîn a 2012’an 6 welatiyên Kurd yên mesebî ên xelkê bajarê Sinê di zîndana Qizil Hisar a bajarê Tehranê hatin darvekirin.

her div ê pêywendiyê de Rêkxistina Mafê Mirova Îranê bilav kir ku di sala bihurî de 580 kes ji welatiyên Îranî ku 9 kes ji wan Jin bûn,hatine darvekirin û pitir ji %60 ji wan kesên ku hatine darvekirin li cihên giştî û li berçavên xelkê hatine encam dan.

Li dirêjiya raporê de hatiye ku 27 kes ji wan welatiyane ku hatine darvekirin “Efxanî”û kesk jî “Pakistanî”bûye ku sûçê wan kirîn û firotina madeyên hişber hatiye ragehandin.