Di sala 98`an li Îran û Kurdistanê de 37 hevwelatî bi sedema teqîna mînê hatine kuştin û birîndarkirin

12:52 - 5 Nîsan 2020

Bi piştgirêdan bi amara tomarkirî li navenda amarî a “Mîn û Zindigî”, 37 hevwelatî bi sedema teqîna mînê li heyama sala derbasbû di Îran û Kurdistanê de canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Li ser hev di wê amarê de, 9 hevwelatî bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest dane ku di parêzgehên wekî “Xûzistan, Golistan, Urmiye, Sine û Kirmaşanê” de bûne.

Di wê amarê de, 6 kes ku temenê wan jêr 18 salî bûne bi sedma teqîna mînê birîndar bûne.

Bi piştgirêdan bi wê amarê, piraniya birîndarbûyên mînê, ling û destê wan jê bûne û bûne kêm endam.

Di 42 haletên bûyera teqîna mînê û alavên teqemenî ên şer di Îran û Kurdistanê de, sê halet bûne sedema jinavçûna pez û terşan.

“Mîn û Zindigî”, di warê zaniyarîgihandin li derheq agehdarkirina metirsiyên mîn li parêzgehên ku tûşê mîn bûne çalakî dike û hewila belavkirina rapor û nûçe li derheq bûyerên teqîna mîn û alavên teqemeniyên mîn dide.