Di sala 2019`an de, 757 mînakên binçavkirinê di Kurdistana Îranê de rû dane

12:45 - 20 Kanûna Paşîn 2020

 Ajansa Nûçegihaniya “Kurdp”yê di raporekê de amara hevwelatiyên binçavkirî yên Kurdistan û Îranê di sala 2019`an de dixîne berçav.

Ev amarane bi mifahwergirtin ji çavkaniyên bawerpêkirî ên navenda amar a Ajansa Nûçegihaniya “Kurdp”yê hatiye berhevkirin, ew amare bi piştgirêdan bi navnîşanê wan kesên binçavkirî ên li ber dest de bûye.

Pêka amarên ku li navenda amara Ajansa Nûçegihaniya “Kurdp”yê di sala 2019`an de hatine tomarkirin 757 mînakênbinçavkirinê rû dane, ev jî wiha ne:

225 kes ji wan kesan li meşa nerizayetiyên meha Xezelwera îsal de hatine binçavkirin. Eva tenê amarek e ku ji aliyê medyayên nefermî ve hatine belavkirin.

Lê Fermandeyên Leşkerî ên hikûmeta Îranê li jêr navê “rêberê Fitneçiyan” ev amar belav kirine.

Rêketa 27`ê Sermaweza sala 1398`an, fermandeyê Hêza Întizamî a parêzgeha Kirmaşanê, bas ji binçavkirina 250 hevwelatiyên nerazî li jêr navê “Rêber û Rêkxerê têkdanan” kiriye.

Berpirsên Întizamî û Dedwerî li parêzgeha Sine li rêketa 10`ê Sermaweza îsal, basa binçavkirina 25 hevwelatiyan li bajarê Merîwan û Sineyê li jêr navê “Rêber û rêkxerê têkdan” kiribû.

Herwisa rêketa 18`ê Sermawezê, Fermandeyê Hêza  Întizamî a parêzgeha Sine, basa nasîn û binçavkirina 8 hevwelatiyan li jêr navê “Rêber û rêkxerê têkdan” di dema kombûna nerizayetiyên meha Xezelwera îsal de li bajarê Merîwanê kiribû.

Hejmara hevwelatiyên binçavkirî ên kombûna nerizayetiyên meha Xezelwera îsal, bi cudakirina bajaran, pêka amara Ajansa “Kurdp”yê wiha ne:

Ciwanro 53 kes, Kirmaşan 18 kes, Selasa Bawecanî 11 kes, Serpêla Zehaw 1 kes, Merîwan 43 kes, Sine 63 kes, Urmiye 11 kes, Bokan 6 kes, Seqiz 11 kes, Îlam 3 kes, Kamiyaran 5 kes, Bane 1 kes, Kelardeşta Mazenderan 1 kes, herwisa du Kurd rûniştiyên bajarên Îsfehan û Kerecê.

Herwisa îsal di bajarê Kirmaşanê de, 10 çalakvanên edebî û ferhengî ên Kurd hatine binçavkirin, û kelûpelên kesî (şexsî) ên wan jî dest bi ser de girtine, navên wan wiha ne: “Fuad Muzeferî, Ferzad Sefere, Homayûn Ebasî, Ebas Celîliyan naskirî bi “Ako”, Sohrab Muradî, Ehmed Besatî, Daryûş Muradî, Mihyedîn Esxerî, Mizefer Wetendûst, Xelîl Esedî Bujranî”.

32 kes ji wan kesên ku hatine binçavkirin jin in.

668 kes ji wan kesan ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin, û 46 kes jî ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine binçavkirin.

Herwisa, 73 kes bi êrîşkirin li ser malên wan hatine binçavkirin, û 56 kes jî bi lêgerîna di nava malên wan de, û 34 kes ji wan hatibûne binçavkirin.

34 kes di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehî û leşkkerî ve hatine eşkencekirin û 4 kes ji wan bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Nerohniya qedera hevwelatiyên binçavkirî wiha ye:

Di 579 mînakan de ev hevwelatiyên ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin, çarenûs û cihê 532 kesan nexuya bûye, û wezîfedarên dadwerî û ewlehiyê di nava malên 138 kesan di dema binçavkirinê de, lêgerîn pêk anîne, û kelûpelê 40 kesan dest bi ser de girtine, û 26 kes jî di dema binçavkirinê de hatine îşkencekirin.