Di sala 1394’an de 12 zarokên bin 18 saliyê de dawî bi jiyana xwe anîne

22:18 - 18 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Ji despêka sala 1394’an a Rojî heya niha, 12 qutabiyên qonaxa despêkî a xwendinê, dest avêtine xwekujiyê û dawî bi jiyana xwe anîne.

Hate ragehandin ku tenê tenê di heyva Befranbara Îsal de du hewlên xwekujî li bajarê yezdê û yeke din jî li bajarê Tehranê hatiye dan û di encam de her sê zarokan canê xwe jidest daye.

Pisor liser vê baweriyê ne ku tirsa ji xwendingehê, dabezîna asta xwendinê û ketina ji hinek dersên xwendingehê û tirsa ji gazîkirina malbata xwendekaran bo xwendingehan û xemokî û kêşe û arîşeyên malbatî, sedemên herî sereke ên xwekujiya zarokan in.

Eva di demekî de ye ku tê gotin li hemberî her xwekujiyek serkewtî, 60 hewlên xwekujiyên din serkewtî nabin û kesê xwe kuj ji mirinê rizgar dibe.