Di rojekê de du serbazên kurd dawî bi jiyana xwe anîn

15:55 - 12 Îlon 2017
Ajansa Kurdpa: Serbazekî Kurd xelkê bajarê Xoyê a ser bi parêzgeha Urmiyê di yek ji binkeyên leşkerî ên bajarê Seqizê xwe kuşt.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegîhaniya Kurdpa, roja Şemî 19`ê Îlona 2017`an, serbazekî kurd yê bi navê Riza Ferecî xelkê bajarê Xoyê bi sebeba sizadana wî ji aliyê yek ji fermandeyên vê padganê (binkeya leşkerî) ve dawî bi jiyana xwe anî.

Nûçegihanê Kurdpa li bajarê Seqizê di vê derbarê de ragehandiye ku; Ev serbazê kurd heyama 16 rojan bû ku cihê wî veguhastibûn, û bi sebeba azar û ezyetkirina wî ji aliyê fermandeyên vê padganê ve di dema nobedariyê de xwe kuştiye.

Vê çavkaniyê herwiha ji Ajansa Kurdpayê re ragehandiye: Fermandê wê padganê îzna haydarkirina malbata wî serbazê kurd yê xwe kuştî nedabû, lê malbata wî ji aliyê yek ji serbazan ve hatinbûne haydarkirin.

Herwiha vê çavkaniyê daye zanîn ku: Wî berpirsî padganê heta ambolansa hewarhatinê jî, nedaye malbata wî serbazê Kurd, daku ew termê kurê xwe bo bajarê Xoyê veguhêzin, malbata wî serbazê kurd xwe vesayiteke din bi 1 milyûn û 250 hezar Tûmenî kirê girtibû.

Di vê derbarê de, di hemen rojê de, serbazekî kurd yê din xelkê bajarê Şinoyê bi navê Ce`ifer Ehmed Taş ku di bajarê Merend a ser bi parêzgeha Tevrêzê serbaz bû, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.