Di navbera Partiya Demokrat û Spaha Pasdaran de şer û pevçûn derket

15:18 - 12 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Şer û pevçûneke dijwar di navbera Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Spaha Pasdaran a Hikûmeta Îranê li ser sînorên bajarê Şinoyê derket.


“Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” a girêdayî Partiya Demokrat bi belavkirina daxuyaniyekê di malpera fermî a vê Partiyê de ragehand ku: Şeva Înê 10`ê Tebaxa 2018`an, şer û pevçûneke dijwar di navbera “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” û Spaha Pasdaran li çiyayê “Kêleşîn” a li sînorê bajarê Şinoyê rû da, û ew şer heyanî 5 demjmêran dom kir.

“Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di vê daxuyaniyê de ev yek jî zêde kiriye ku, “Hûrdekariyan derheqê vê bûyerê de wê belav bike”.

Ji aliyekî din ve, pêwendiyên giştî ên Biryargeha Hemze a Seyîd El-şoheda roja Şemî 11`ê Tebaxê daxuyaniyek di vê derheqê de belav kir, û rastiya rûdana şerekî weha piştrast kir.

Ji sala 1395`an ve heyanî niha şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê de rû dane, û gellek caran jî fermandarên Spaha Pasdaran gef li Partiya Demokrat xwarine.