Di navbera Ocalan û hikûmetê de 4 xalên giring

15:53 - 27 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: ji bo berdewamiya danûstandinan di navbera rêberê PKK`ê yê li hepsa Îmraliyê Ebdula Ocelan û dewleta Turkiyê de di demek nêzîk de behsa qonaxeke giring ya çekdanîna PKK`ê hatiye kirin.

Li gor nûçeyekê ku di malpera Huriyetê a Turkî de hatiye belavkirin, bal kişandiye ser 4 xalên giring yên di navbera dewleta Turkiyê û Ocelan de li ser hatiye lihevkirin. Di raportê de hatiye ku Serokê PKK`ê Ocelan di rojên bê de û piştî duyemîn hevdîtin li gel nûnerên Kurd (Hevserokê BDP`ê û parlemanterê Colemêrgê Selahedîn Demirtaş û parlemanerê serbixwe yê Mêrdînê Ehmed Turk) de, qonaxekî nû destpê dike û gava serekî jî danîna çekan ji aliyê hêzên PKK`ê ye.

Ew her çar xal jî bi vî awayî rêzkirine:
1 Ji bo ku pêvajoya hevdîtinan bi awayekî baş birêve biçe, li dawiya zivistanê endamên PKK`ê yên li nava Turkiyê û bakûrê Kurdistanê vekêşin bakûrê Îraqê.

2 Herêmên Kurd yên li bakûrê Sûriyê jî ji bo vekêşana endamên PKK`ê bê bikar anîn.

3 Nîva werza havînê PKK`ê Kongireya a 11`emîn lidarbixîne û tê de biryara dest ji çek berdanê bê girtin.

4 Serokê PKK`ê Ebdula Ocelan wê bi nameyekê rawestandina çalakiyan ragihîne .

Hêjayî gotinê ye piştî belavbûna vê nûçeyê di piraniya kanalên ragihandinê de heya niha tu daxuyanî ne ji hêla berpirsên dewletê û ne jî berpirsên PKK`ê nehatine dan.