Di meşên çend rojên derbazbûyî yên Tirkên Azerî de138 kes hatin binçavkirin

21:36 - 15 Çirriya paşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Di nerazîbûna hemwelatiyên Azerbaycanî û binçavkirina wan ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê tevî derbazbûna hefteyek bi ser wan meşan de, heya niha jî girtina wan dom heye.

Li gora raporên belavbûyî, di heyama yek hefteya borî de hêzên ewlekarî yên Hikûmeta Îslamî di bajarên Azerbaycanê de, dest bi binçavkirina deha kesî kirine, ku piraniya wan binçavkiriyan ciwan in.

Binçavkirina Azeriyan di bajarên Mişkîn şehr, Tevrêz, Moxan, Melekan, Erdebîl, Eher, Xoy, Neqede û Urmiyê de bûye.

Tevgera xwandekarên Azerbaycanê, hejmara hemwelatiyên ku hatinî binçavkirin 138 kes îlan kiriye, ku li roja Duşemiya hefteya borî heya roja borî 29 kes ji wan girtiyan bi danîna barimte serbest hatine berdan.

Li Tehranê jî tê gotin ku zêdeyî 20 xwandekarî derheq wan meşan, di vî bajarî de hatine binçavkirin û ji bo cihên nediyar hatine birin.

Piraniya wan kesan tometên handana civakê û kombûn û çalakî li dijî ewlekariyê bi ser wan de hatiye sepandin.

Hemû Medyayên Azerbaycanê nerazîbûnên roja 9’ê Çiriya Paşîn wekî nerazîbûnên li dijî regezperestî (nijadperestî) ragehandine, ku ji aliyê hêza Taybet û hêzên cilên Şexsî ve, ev meş ber bi tundûtîjiyê ve hatine kişandin.

Di dawiya meha borî de Kanala 2 ya deng û rengê Îranê bernameyek li jêr navê Fitîle belavkir, ku ji aliyê çalakên Azerî ve weke bêhrumetî bi neteweya Tirkên Azerî hate hesibandin, ku çalakvanên sivîl yên Azerbaycanê, bêrêzî bi dijî netewe ya azerî ziman nîşan dane.

Piştre li gora dawxaza pêkhatên siyasî, çalakvanên neteweyî û sivîl yên Tirkên Azerbaycanê, di bajaran de li 9ê Çiriyera Paşîn a 2015an, meşên nerazîbûna dehan hezar kesî li dijî siyaset û bernameyên dewleta Îranê bi rê ve birin.

Di çend rojên borî de, bêrêziya saziyên hikûmeta Îslamî ji girûpên etnîkî û mesebî di Îranê de berfireh bûye, ku di vê demê de digel berteknîşandana neteweyên din wek Kurd, Tirk û Ereb û …hwd berbirû bûye.

Saziyên navneteweyî yên parastina mafên mirov, di rapora taybeyt ya Saziya Neteweyên Yekbûyî de, tepeserkrina neteweyên din ji aliyê dewleta Îranê ve şermzar kirine.