Di Kurdistanê de derheq bilindbûna nirxan, bazariyan dest bi gireva seranserî kirin

20:32 - 8 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Bazariyên Kurdistanê derheq nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî , bilindbûna nirxan, dest avêtine girevê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 16`ê Rezberê bazariyên bajarên wekî, Sine, Kirmaşan, Seqiz, Serdeşt û Pîranşarê,dest avêtine bi girevgirtine .

Ev gireva seranserî bi sedema bilindbûna nirxan hatiye lidarxistin.

Bazariyên Kurdistanê derheq saiyasetên aborî yên dewleta Rohanî nerazîne, ku bûye sedema hilavesiyaneke zêde, di bazarê de.

Ji aliyekî din ve, raportên ku di torên civakî de belavbûne vê yekê nîşan didin ku, di piraniya bajarên Îranê de yên wekî, Zencan, Meşhed, Brazncan, Kerec, Îsfehan û Gurganê de, bazariyan ji ber bilindbûna û hilavesana nirxan dest avêtine bi gireva seranserî.

Çalakvanên Kurd û yên Îranî piştevaniyê ji vê gireva seranserî ya bazariyan di Kurdistan û Îranê de dikin.

Roja çarşemî 21`ê Xermananê jî, xelkê Kurdistanê, li ser bangeşeya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurd yên Îranê, derheq nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî bidarvekirina girtiyên siyasî yên Kurd û mûşekbarana binke û baregehên Partiya Demokrat, dest bi girevê kirin û digel bertekên tund yên hêzên îtila`atê rûbirû bûn.