Di kongireya civakên navneteweyî ên mafê mirovan de piştgiriya Kebûdwend hate kirin

21:20 - 27 Tebax 2016
Ajansa Kurdpa: Şadî Sedr mafzan, û çalaka mafên mirovan, peyama azadiya Kebûdwend, gihande kongireya civakên navneteweyî ên mafê mirovan.

Şadî Sedr bi bilindkirina wêneyê Kebûdwend di kongireya civakên navneteweyî ên mafê mirovan di Johansborgê de, daxwaza azadiya navbirî kir.

Navbirî di vê derheqê de ragehand ku wê hewl daye ku bi vê kiryara xwe, navê Kebûdwend bi bîr bîne, da ku ew nehê jibîrkirin.

39.emîn kongireya civakên navneteweyî ên mafê mirovan bi beşdariya parêzerên mafê mirovan di Johansborgê, nawenda mafê mirovan a Botswana, civaka mafê mirovan a Zîmbabwê, û 400 çalakên mafê mirovan ji sertaserî cîhanê, di Johansborgê de dest pê kir û çend rojan dom kir.

Kebûdwend çalakê mafê mirovan, û avakerê RMMK’ê piştî derbazkirina 34 rojan gireva birçîbûnê, tenê 4 rojan karîbû ku îznê wergire, û serdana malbata xwe bike.

Di yek sala borî de, aliyê kêm 2 caran serdozgeriya Tehranê dijberiya berdana bi şert û merc a vî çalakê mafê mirovan û rojnamevanê girtî kiriye.

Kebûdwend ku 11 sal hukmê girtinê bi ser de hatiye sepandin, ji Pûşpera sala 1386 (2007)’an ve di girtîgehê de ye.

Navbirî bi propagendeya li dijî rejîma Îranê û têkdana ewlekariya neteweyî hatiye tawanbarkirin.