Di Îranê de, hevwelatiyên Kurd dibine armanca teqeyên rasterast yên hêzên leşkerî yên hikûmetê

14:12 - 13 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê di Kurdistnaê de, bi bê hişdarî dana pêştir, hevwelatiyên Kurd dikine armanca gulleyên xwe.

Li gorî raporta gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 20`ê Rezberê, hêzên Spaha Pasdaran, di destpêka riya devera “Bîdmîrî” a girêdayî daristanên Şaho, hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Ferşad Çiçanî” kurê “Îsma`îl” xelkê bajarê Pawe, kirine armanca gullereşandina xwe, û di encamê de jî navbirî canê xwe ji dest daye.

Li gorî çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, li devera “Bîdmîrî” di navbera hêzên Spaha Pasdaran û hêzên yek ji partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê, şer derketiye, û “Ferşad Çiçanî” jî yek ji xwedîbaxçeyên vê deverê bûye qurbanî.

Termê wî hevwelatiyê Kurd bo nexweşxaneya bajarê Pawe hatiye veguhastin, û heya niha termê wî hevwelatiyê Kurd radestî mabatê nehatiye kirin.

Ji aliyekî din ve jî, roja Înê 20`ê Rezberê , hêzên întizamî li ser riya di navbera Mehabad û Bokanê de, tirombîleke şexsî ya hevwelatiyê Kurd dane ber gulleyan, û di encamê de jî du hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Elî Nesîrî û Mes`ûd Ekberpûr” bi dijwarî birîndar bûne.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re daye xuyakirin ku, gulleyek li serê “Elî Nesîrî” ketiye, û niha navbirî di pişka taybet a nexweşxaneyê de hatiye razandin, û texmîn tê lêdan ku navbirî canê xwe ji dest bide.

Hezên leşkerî yên hikûmeta Îranê, di wan du bûyeran de, hevwelatiyên Kurd bi bê hişdarîdana pêştir kirine armanca rasterast ya gulleyên xwe.

Wêne: Ferşad Çiçanî