Di Îranê de cudahîdanîna di navbera hevwelatiyan de berdewam dike

20:01 - 1 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Di heyamên çend rojên borî de, berpirsê nû yê devera Azad a Makûyê, ajotvanekî Azerîziman li bajarê Xoyê wekî karmendê fermî di vê îdareyî de wergirtiye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 9`ê Rezberê (31`ê Çiriya Pêşîn) hevwelatiyên bajarê Makûyê derheq wergirtina ajotvanê Azerîziman yê xelkê bajarê Xoyê, yê di saziya Devera Azad a bajarê Makûyê ji aliyê berpirsê vê îdareyê ve, bi nivîsîna nameyekê nerazîbûna xwe anîne ziman.

Deqa nameyê bi wî rengî ye:

Nesîrî berprisê Devera Azad a Makûyê bi kerema xwe bersiva me bide.
Mijara anîna ajotvanê taybet ji Xoyê bo Makûyê çi bûye?
Ev li ser daxwaza kê hatiye?

Hûn bi tewahî xwedî desthilat in ku, cihgir yan jî berpirsan li her derî ku bixwazin hildibjêrin, ma di vê saziyê bixwe de tu ajotvaneke lêhatî nebnû, welatiyê ku ajotvanê filan berpirsî bû, û xelkê bajarê Makûyê bû, ev heyama çend salan bû, di wê saziyê de ajotvanî dikir, û we tiromibîl ji wî wergirtiye û radestî kesekî din kiriye.

Ajotvanên me ev heyama çend salan e, ku wir mejûlî karê ajotvaniyê ne, û we ev bi awayê girêbest ragirtibûn, lê çima hûn niha ajotvanekî rasterast ji bajarê Xoyê tînin, û wî wekî karmendekî fermî yê dewletê werdigrin?

Yanî di tewahiya bajarên wekî Şût, Poldeşt û Makûyê de ajotvanekî lêhatî nebû, we li bajarê Xoyê ajotvan bi fermî wergirtiye? Li ser daxwaza kê?