Di Îranê de çalakvanên siyasî, bi tometa bazirganîkirina bi madeyên hişber têne bidarvekirin

13:42 - 11 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Civaka Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê - Jinêv, di pêwendî tevî roja cîhanî ya xebat li dijî bidarvekirinê, daxuyaniyek bilav kir.

Saziya Civaka Mafê Mirov a Kurdistana Îranê - Jinêv, bi sedema roja 10’ê Çiriya Pêşîn, roja cîhanî ya xebat li dijî bidarvekirinê, di daxuyaniyekê de siyasetên hikûmeta Îslamî a Îranê rexne kiriye.
Di beşeke din a daxuyaniyê de daxwaz ji welatên (UNODC) kiriye ku ev alîkariyên ku bi navê “Xebat li dijî madeyên hişber tê dayîn, bê sînordarkirin, û daxwazê jê bikin ku darvekirina xelkê ragire”.

Kopiyek ji vê daxuyaniyê gihîştiye Ajans Nuçegehaniya Kurdpa ku bi vî awayî ye:

Daxuyaniya Civaka Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê -Jinêv, di pêwendî tevî roja cîhanî ya li dijî cezaya darvekirinê:

Bi sedema 10’ê Çiriya Pêşîn, roja cîhaniya li dijî cezaya bidarvekirinê, civaka mafên mirovan a Kurdistana Îranê- Jinêv, bala bîrûraya giştî bo pirsa darvekirinê di Îranê de, bitaybet li dijî gelê bindest dikişîne.

Sêzdeh sal berî niha, hevpêmaniya navnetewî ku Civaka Mafên Mirovan a Kurdistanaê weke tenê aliyê Kurdistanî endametî tê de heye, roja 10’ê Çiriya Pêşîn weke roja xebata li dijî cezaya darvekirinê diyarî kir. Li ser daxwaza vê hevpêmaniyê, komîteya sêyem a civata giştî ya NY di sala 2005an de, biryarnameyek li ser danîna (Moratoryomîk) yan ragirtina cezaya darvekirinê pesend kir.

Hevpêmaniya navnetewî li dijî cezaya darvekirinê, roja 10’ê Çiriya Pêşîn weke sala xebat li dijî cezaya darvekirinê di pêwendî tevî madeyên hişber diyarî kir.

Li gor amara Civaka Mafê Mirov a Kurdistanê, komara Îslamî ya Îranê ji destpêka hatine serkarê ve (1976) heya niha, zêdetir ji 15 hezar kes di pêwendî tevî madeyên hişber de bi dar vekirine, ku çar hezar ji wan penaberên xelkê Efxanistanê ne, û piraniya goriyên din jî endamên neteweyên din ên Îranê, yanî Kurd, Belûç, û Erebên Ehwazê ne.
Bi sedema 13’hemîn salvegera roja cîhanî ya li dijî cezaya darvekirinê, Têmûr Elyasî nûnerê Civaka Mafê Mirov a Kurdistanê di neteweyên hevgirtî de, di çendîn nameyên hevbeş û cuda cuda de daxwaz ji welatên Rojavay kiriye, ku alîkariyên xwe yên ji bo xebata li dijî madeyên hişber (UNODC) bo Îranê mercdar bikin, û daxwazê jê bikin ku cezaya darvekirinê ragire.

Di gotinekê de berdevkê Civaka Mafên Mirovan a Kurdistanê got ku “beşek zaf ji goriyên siyaseta Îranê, têkoşerên siyasî û mafên mirovan in, ku bi tometa madeyên Hişber, bi awayekî nebaş têne tometbarkirin, û lidarvedikin, û herwisa komara Îslamî, di her demekê de ku tûşî qeyranê dibe bo çavtirsandina xelkê ji darvekirinê mifah werdigire.

Civaka Mafê Mirov a Kurdistana Îranê - Jinêv
Rezbera 1394
Octobera 2015