Di heyama şeş mehên destpêka îsal de bi sedema teqînqa mînan, 28 hevwelatî hatine kuştin û birîndar kirin

21:43 - 8 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: 28 hevwelatiyên Kurd li parêzgehên wekî Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê, di heyama şeş mehên destpêkî yên îsal de, bi sedema teqîna mînan hatine kuştin û birîndar kirin.

Wêblaga “mîn û jiyan” amara qorbaniyên mînan yên heyama şeş mehên destpêkî yên îsal, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re rdaye zelal kirin.

Li gorî wê amarê, 28 hevwelatiyên xelkên parêzgehên wekî Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlam, hatine kuştin û birîndar kirin.

Li gorî van amaran, zêdeyî bûyerên teqîna mînan, di parêzgehên Kirmanşan û Sine de qewmîne.

Ji koma vê amarê, 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, û 22 kesên din jî birîndar bûne, ku du ji wan kesan temên van di bin 18 saliyê de bûye.

Zêdeyî birîndarên mînan yên di heyama şeş mehên destpêka îsal de, li pê û dest û çavên xwe de bûne kêm endam.

Li gorî lêkolînên fermî, Îranê duyemîn welate tevlî heva bi mînan di cîhanê de ye, û cuda ji amarên dijber yên derheq temîna hejmara mînan di 4 milyon û 200 hezar hektarî ji erdê Îranê tevlî mînane , û berpirsên Îranê zêdeyî 16 milyon mîn û alavên şer yên kar nekirî yên piştî dawî hatina şerê di navbera Îran û Îraqê de, di parêzgehên wekî Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Xozistanê de dane ragehandine.

Hikûmeta Îranê heya piştî şerê 8 salan yê digel Îraqê, bi rengekî berdewam rojane dest bi çandina mînan di herêmnê Kurdidstanê de, bi hênceta hebûna partî û girûpên çekdar dike.

Hikûmeta Îranê, heya niha tevlî konvansyona “Ottawa” nebûye, û konvansyona “Ottawa” welatên endam, ji mifah wergirtina ji mîn û çekên ku dibine sedema êş û azarên demdirêj a hevwelatiyan qedexe dike.

Heriwisa erê kirina konvansyona “Ottawa” bûye sedema pêşîgirtina ji welatên endam derheq berhem anîn û xwedîkirina mînan jî.