Di heyama sê mehên destpêka îsal de 67 welatiyên Kurd hatine binçavkirin

18:21 - 24 Hezîran 2020

Çartêra çalakiyan: “Çalakvanekî jîngeparêz, du çalakvanên medenî, çar rojnamevan, parêzerek, sê çalakvanên torên civakî, çalakvanekî mafê jinan, deh çalakvanên sinî mezheb û du endamên mekteba quranê”.

Sedeem û awaya binçavkirina welatiyan: “66 kes ji welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî û yek kes jî, ji aliyê hêzên kinc şexsî ve hatine binçavkirin.

Qedera 65 kes û cihê ragirtina 35 kesan piştî binçavkirinê nexuya ye.

Hêzên ewlehî û Îtilaatê êrîş kirine ser mala 25 kesan û vekolîne û wan hêzan dest danîne ser kelûpelên takî yên 3 welatiyan.

Sê welatî di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine îşkencekirin û welatiyek jî hatiye birîndarkirin.

Du kes ji welatiyên ku hatine binçavkirin jin bûne.

Tenê tohmeta 14 kesan di dema binçavkirinê de xuya ye.

4 kes bi tometa alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî, 3 kes bi tometa hilgirtina alaya Kurdistanê, 5 kes bi tometa çalakî di torên civakî de li dijî Komara Îslamî, 1 kes bi tometa çalakiyên olî û welatiyek jî bi tometa alîkarî dan bi hepsiyên revî yên bajarê Seqizê.

Hewceye bê gotinê ku di wê heyamê de, binçavkirina bi kom û sîstimatîk, bi taybet di bajarên Bane û Pîranşehrê de ku ji aliyê navendên ewlehî ve gewimîne (binçavkirina 13 kes li bajarê Pîranşehrê û 8 kes li bajarê Baneyê).