Di heyama sala 98`an zêdey 50 caran di navbera hêzên Spaha Pasdaran û hêzên Partiyên opozîsyon yên hikûmeta Îranê şer û pevçûn derketiye

12:09 - 29 Îlon 2019

Ajansa Kurspa: Spaha Pasdaran ragihandiye ku, di heyama 6 mehên destpêka îsal de, zêdeyî 50 caran şer û pevçûn di navbera wan û hêzên partiyên opozîsyon yên hikûmetê rû daye.

Mihemed Pakpûr, fermanderê hêza Bejahî yê Spaha Pasdaran di gotûbêjkirina digel nûçegihaniya “Fars” a  girêdayî hikûmetê daye xûyakirin ku, ev şer û pevçûnên digel hêzên partiyên opozîsyon de, wê  bi êrîşkirina lidjî wan bersivê bidin.

Fermanderê hêza bejahî yê Spaha Pasdaran, di wê gotûbêja xwe de gotiye, wan di heyama sala 1398`an, nêzîkî 500 binkeyên leşkerî  li deverên sînorî de avakirine.

Herwisa wî berprisê leşkerî yê hikûmeta Îranê di axavtinên xwe derheq şer û pevçûnên pêşmergeyên Kurdistanê, îşare bi şerê li gundê Qereseqel a girêdayê bajarê Şinoyê, Servabad, Kirmaşan, Jawaro, Çalidran û Makûyê kiriye ku ,di heyama 3`ê salên derbazbûyî de, di wan şer û pevçûnan de, hejamreke zêde ji hêzên Spaha Pasdaran hatine birîndarkirin û kuştin.

Mihemed Pakpûr,  di wê gotûbêja xwe de, îdi`a kir ku di mûşekbarana binkeyên Partiya Demokat de,  ya li bajarê Koyê a girêdaiy Herêma Kurdistanê, zêdey 100 kesî hatine birîndarkirin û kuştin.

Herwisa wî fermanderê Spaha Pasdaran,  balyoxaneyên  welatan yên ku li herêmê de ne, bi piştevanîkirin li partiyên Kurd yên opozisyona Hikûmeta Îranê tawanbar kir.

Di sala 1395`an, piştî vê yekê ku partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê, çalakiyên xwe di Rojhilatê Kurdistanê zêde kirine û şer û pevçûn di navbera hêzên partiyên Kurd û hêzên Spaha Pasdaran  dijwartir bûne.