Di heyama 249 rojan de, hêzên Tiriyê li Bakura Kurdistanê 388 sivîl kuştine

20:52 - 21 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Weqfa Mafên Mirovan li Tirkyê ragihand ku di heyama 249 rojan de, li 22 bajarokên Bakûra Kurdistanê 388 svîl ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatine kuştin.

Li gora nûçegihaniyan, Weqfa Mafên Mirovan li Tirkiyê (TIHV) raghand ji 16’ê Tebaxa 2015’an heya 20’ê Nîsana 2016’an li 22 navçe û bajarokên Bakura Kurdistanê 65 caran qedexeya hatinûçûnê hatiye ragehnadin.

Weqfa Mafên Mirovan di raporê de eşkere kir ku ji 16’ê Tebaxê heta niha di nava 249 rojan de herî kêm 338 sivîl hatin qetilkirin, û jê 78 kes zarok in. Weqfê da zanîn ku temenê 30 qurbaniyan ji 60 saliyê derbaz bûye.

Weqfa Mafên Mirovan li Tirkyê di dawî rapora xwe de amaje dike ku 200 hemwelatî di malên xwe de, bi çekan hatine kuştin, û 182 kes jî bi tank û topan hatine kuştin, û 18 jî di malên xwe de hatine kuştin.

Herwiha Weqfa Mafên Mirovan li Tirkiyê di rapora xwe de bal kişande ser vê yekê ku bi sedema ragihandina qedexeya hatinûçûnê û operasyonan li 22 navçe û bajarokên Tirkiyê milyonek û 642 hezar kes ji mafên bingehîn yên jiyanê bêpar mane.