DI HEFTIYA BIHORÎ DE 17 SERDEŞTÎ HATINE BINÇAVKIRIN

17:21 - 25 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Di meşa binçavkirina welatiyên Kurd de, wealtiyek din ê Serdeştê ji aliyê Hêzên Ittila’atê ve hate dest biserkirin.

Pêka rapora Ajansa Kurdpa, Roja Înê a Bihorî, Hêzên Ittila’atê, kesek bi nave “Zanyar Xizrî” binçavkirine.

Heyanî niha Tu zanyariyek ji sedema dest biserkirina wî eşkere nebûye.

Berîtir û li Hilkefta 19’ê Tebaxê 16 gencên wê bajarê ji aliyê Hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin ku nave Du kes ji wan ji aliyê kurdistanmedia ve hate belavkirin.

Ev 16 welatiye her Yek bi danana Barimteyê 30 Milyon Tumenan hatine berdan