Di girtîgeha Umriyê de du girtî hatin îdamkirin

15:41 - 14 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Cezaya lidarvekirina du girtiyên Kurd di hewşa hundirî girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyê de, bi rê ve çû.

Li gora rapora gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, îro Duşemî 24`ê Banemerê du girtiyên Kurd yên bi navên “Xelîl Agoş” û “Sohêl Mîrbexş”, di girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyê de hatinlidarvekirin.

Dezgeha Dadweriya hikûmeta Îranê, ev du girtî bi tohmeta “qetla bizanebûn” cezaya lidarvekirinê bi ser wan de sepandiye, û di roja derbazbûyî de, ji bo birêvebirina cezaya wan, ew ji bo odeyên takekesî veguhastibûn.

“Xelîl Agoş” xelkê bajarê Makûyê, ji sala 1391`an, û “Sohêl Mîrbexş” jî xelkê bajarê Urmiyê ji sala 1393`an ve heyanî niha di girtîgehê de bûne, û çavnihêrê birêveçûna cezaya lidarvekirina xwe bûn.

Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemiyê 3`ê Banemerê, cezaya lidarvekirina çar hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Teyêb Şêxnijad Mokrî” temen 28 salî xelkê bajarê Şinoyê, û “Qadir Mihemedhesen” xelkê bajarê Bokanê, “Yedullah Semedî” xelkê bajarê Urmiyê, û “Îslam Reşîdî” xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê berpirsên girtîgeha Navendî a Urmiyê ve hatibû cîbicîkirin.

Ev çar hevwelatiyên Kurd bi tawana “qetla bizanebûn” hatibûne binçavkirin, û ji aliyê dezgeha hikûmeta Îranê ve, cezaya lidarvekirinê ji bo wan hatibû birîn.