Di girtîgeha Tevrêzê destrêjîya seksî li girtîyekê hat kirin

16:01 - 4 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Çavkanîyekê eşkere kir ku seba nebûna ewlehî û kêmtir xemîya berpirsên girtîgeha Tevrêzê, destrêjîya seksî li girtîyekê hatiye kirin.

Pêka nûçeyekê ku li girtîgeha Tevrêzê gihiştîyê Ajansa nûçeyî a Kurdpa’ê çend rojan berî niha seba nebûna ewlehî û kêmtir xemîya berpirsên girtîgeha Tevrêzê, destrêjîya seksî li girtîyek ê bi navê “E. T”teman 22 salî, ji alîyê 31 kesan pê hatiye kirin û her seba vê yekê rewşa saxlemîya wî xirab bûye û jibo nexweşxaneyê hatiye şandin.

Çavkanîyê da xûya kirin: girtîyê kêm temen li ser hemû bendên girtîgehê hatine bilav kirin û her seba vê yekê zûr caran destrêjîya seksî ji wan tê kirin.
Her wisa çend kes bi alîkariya karbidestên girtîgeha han bi awayekî berbilav madeyên hişber bilav dikin û ewa bûye sebeb ku bi eşkere madeyên hişber bihên bikaranîn û rêjeya tûşbûyên Îdzê zêde bibe.