Di girtîgeha Êvînê de li girtiyek siyasî yê Kurd hate xistin

15:21 - 4 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Di girtîgeha Êvînê de hêzên Ewlehî ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, li girtiyê siyasî ên Kurd bi navê Aso Rostemî xistin.

Li gorî rapora malpera Kurdpa yê, “Efserê nigehban” yê benda 8 a girtîgeha Êvînê, li Tehrana serbajarê Îranê, êrîş bir ser girtiyê siyasî ê Kurd Aso Rostemî û piştî dijûn û gotinên neşirîn, bi tundî li navbirî xist.

lêxistina Aso Rostemî ku roja 13’ê heyva Befranbarê derket holê, nerazîbûna girtyên din ên benda 8 bidû xwe re anî û di encam de, efser nigehbanê benada 8 neçar bi daxwaza lêborînê bû.

\"28827.jpg\"
Aso Rostemî
Eva di demekî de ye ku cîhirê serokê komsyona mafê mirov a parlemntoya Awrûpayê, di nameyekî fermî de, piştevaniya hiquqî ji Aso Rostemî û 7 çalakên din ên medenî ragehandiye.

“Barbara Loxbîlêr” di nameyekê de ku daye balyozê Îranê li welatê Biljîkê, serbarê nîşandana nîgeraniya xwe derheq bi xirabiya rewşa mafê mirov di Îranê de, daxwaza pêdeçûn bi keysa dadwerî ya wan 9 çalakên medenî kiriye.

Heyamek berî niha jî, rêkxistina “Lêborîna Navbetewî” jî di daxûyaniyekê de ragehand ku, rewşa “Aso Rostemî” û “Omîd Elîşinas” cihê nîgeraniyê ne.

Asor Rostemî di heyva Xermananê de tûşî celdeya mêjiyê bû û, karbidestên girtîgehê rê nedan ku navbirî bona çareseriyên pizişkî bibin nexweşxaneyên derveyî girtîgehê û, her bi îmkanatên kêm ên girtîgehê hinek çareser jêre hatine kirin.

Di heyava Rezber a sala derbazbûyî de, Aso Rostemî piştî birêvebirina kombûnekê li hemberî ofîsa rêkxistina “NY” bona piştevaniya ji berxwedana Kobanî yê, tevî çalakek din yê medenî bi navê “Elî Nûrî” hatin binçavkirin û ji aliyê dezgeha dadweriya Komara Îslamî ve bi 7 sal cezaya hebsê hatin mehkûmkirin.