Di girtîgeha bajarê Urmiyê de pêşî ji tedawiya pizîşkî a hepsiyekî hatiye girtin

18:04 - 14 Adar 2020

Hepsiyek bi navê “Dawûd Qasimzade” kurê Feysel û xelkê bajarê Selmasê, bi sedema pêşîgirtina berpirsên girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê, bo tedawiya pizîşkî bo dereveyê girtîgehê bê par kirine.

Ew hepsiye digel birayê xwe yê bi navê “Bihadîn Qasimzade” nêzî 11 sal e bi tohmeta kuştina bi zanebûn di girtîgehê de ne.

Çavkaniyeke agehdar di wê derheqê de got: “Ew hepsiye çend roj beriya niha, ji aliyê pizîşkê pispore ve tedawiya pizîşkî kiribûn û pizîşk biryara neştegeriya wî hepsiyê di dereveyê girtîgehê de dabû, lê berpirsên girtîgehê pêşiya tedawiya pizîşkî a navbira di dereveyê girtîgehê de girtine.

Herwisa wê çavkaniyê eve jî got: “Îro Şemî 24`ê Reşemê, birayê wî hepsiyê, bi nîşaneya nerizayetiya rewşa ku niha têde ye, petûya xwe agir berbayê û daxwaza pêregihîştina rewşa dijwar a cesteyî ya birayê xwe kiribû ku ew du hepsî ji aliyê me`imûrên girtîgehê ve hatine Îşkencekirin.

Ew du bira, piştî îşkencekirina zêde ji aliyê me`imûrên girtîgehê ve, bo odeya takekesî hatine veguhastin û heya niha li odeya takekesî a girtîgeha bajarê Urmiyê de ne.