Di Êrîşekê Ser Dibistaneka Amerîkî 27 Kes Hatin Kuştin

12:56 - 15 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Raport radigihînin ku li wîlayeta Connecticut li bakurê rojhilata Amerîka, di teqekirinekê de li dibistanekê, 27kes hatine kuştin ku behra pitir zarok in.

Karbidestekî polîsên eyaleta Connecticut gote peyamhinêran ku xwendekar û mamoste di nav kuştîyan de ne û çekdarê êrîşvan jî miriye.

Serok Obama bi telefonê digel karbidestên Connecticut axifî, jibo dîyarkirina xema xwe û soz da ku alîkarîyên federalî bişîne.

Êrîş îro Înê demê sibêdê li Dibistana Sandy Hook li Newtown, Connecticut qewimî.

Hêj sedema êrîşê nehatiye zanin, lê li gor agehdariyên malpera BBC,ê’ kesê êrîşvan temenê vî 20 sale û piştî kuştan 27 kesan xwe jî dikuje.

Polîsan termê dê û bavê kesê êrişvan li nav saxtimanê mala wan peyda kirine û tê gotin ku ewjî bi destê kurê xwe hatine kuştin.