Di encama teqînekê di Karxaneya Qenda Neqedêde, sê kedkar bûne qurbanî

20:22 - 12 Kanûna Paşîn 2016
Ajana Kurdpa: Di encama teqînekê ku di karxane Qend a bajarê Nexedê de qewimî, du kedkaran canê xwe jidest da û kekdarekî din jî birîndar ket.

Ev teqîna han bûye sedem ku du kedkar bi navên “Fîrûz Mihemednijad” û “Mensûr Baqirî” canê xwe jidest bidin û herweha kedkarekî din bi navê “Hadî seyîdzade” ji bîrindar bikewe.

Eva di demekê de ye ku heya niha berpirsyarên karxaneya navbirî hêj eşkere nekirine ka gelo guhnedan û xemsariya birêveberên karxaneyê bûye sedema teqîna han, an di encama arîşeyên fenî de, teqîna han çê bûye.

Lê çavkaniyekî haydar ku naxwaze navê xwe eşkere bike ragehand ku, danîna ne usûlî ya mexzenê bûye sedem ku nekare zexta liser xwe ragire û herweha mumkin e ku Fişarsenc jikar ketibe.