Di encama teqîna mînê de, şivanek hate kuştin

20:21 - 21 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Di encama teqîna mînekê de, ku ya serdema şerê Îran û Îraqê bûye, şivanek hate kuştin.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, şivanekî 40 salî, roja borî 20’ê Decemberê di dema çêrandina pezê xwe de, li navçeya Çem Neft ya ser bi beşa Sûmar a şaristana Qesr Şîrînê dikeve ser mîneke bi cihmayî ji serdema şerê Îran û Îraqê, û demildest jiyana xwe ji dest dide.

Li goranûçegihaniyan, ji destpêka îsal ve heya niha 15 mîn teqiyane, ku her hemû jî, ên şerê Îraq û Îranê bûne, û di encamê de, 10 kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Serbarê vê ku 28 sal bi ser şerê Îran û Îraqê re derbaz dibe, lê heya niha jî li herêmên sînorî de mîn bi cih mane, û berdewam dibin sedema vê ku xelkê sivîl bêne kuştin, yan jî bi giranî birîndar bibin.

Navçeya Qesr Şîrîn li rojavaya Kirmaşanê de ye, û heşîmeta wê 27 hezar kes e, û 186 km sînorê hevbeş bi Îraqê re heye, û di dema şer de, ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatibû dagîrkirin.