Di encama êrîşên leşkerên Tirk de zarok dibin qorbanî

20:05 - 29 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî qedexekirina derketina derve ya kolanan li Bakura Kurdistanê êrîşa dewleta Tirk li ser gel zêde bûye.

Li gor raporên nûçegihaniyan ,di nav 17 rojan de li 21 navçeyên bakura Kurdistanê zêdeyî 56 cara ku qedexeya çûn û hatinê hatiye ragehandin,ku xelk li dijî vê êrîşa dewleta Titrk li ber xwe dide.

Di encama êrîşên tîmên taybet yên ertêşa Tirkiyê li Cizîrê de zarokek din ê 6 salî bi navê Huseîn Selçuk gulle li serê vî ketiye, û jiyana xwe ji dest da daye, û tê zanîn ku ji bilî vî,zarokeke din ê 3 mehî jî jiyana xwe ji dest daye û tê zanîn ku operasyon hîn jî berdevam e , û şer û pevçûn di navçeyên din de jî berfireh dibe.

Rêxistina Weqfa Mafên Mirovan li Tirkiyê ragihanidiye ku ji 16 ê Tebaxa 2015’an heya niha 124 welatiyên Bakura Kurdistanê di operasyonên hêzên Tirk de hatine kuştin.