Di du meh û nîvan de neh welatiyên Kurd di encama teqîna mayînan de bûne qurbanî

01:45 - 7 Kanûna pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Ji du meh û nîvan beriya niha ve neh welatiyên Kurd li navçeyên Bane, Merîwan, Mêhran û Pîranşarê bûne qurbanî ku du kuştî û heft birîndaran lixwe digire.

Ew du kesên ku jiyana xwe ji dest dane, Ebdulla Mihemedzade xelkê gundê Tînal ê Merîwanê û Elî Nadirî xelkê gundê Guntû ê Dîwanderê bûn ku bi mayînên ku Sipaha Pasdaran li navçeya Derweran danîbûn, jiyana xwe ji dest dane.

Herwisa Hemîd Seîdî, Hedîs Seydî, Riza Seydî, Şehab Ekfûde, Ebdulrehman Şerîfî, Kamyar Ebdullahî û Sefer Rehmanî jî di encama teqîna mayînê de birîndar bûne û ji bo çareseriyê, bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Tevî ku gelek mayîn li navçeyên Kurdistanê têne çandin, lê di çend salên derbasbûyî de çendîn caran berpirsên hikûmetê gotine ku ew navçe ji mayînan hatine paqijkirin û cotkar, torîst û welatiyên din bi awayekî ewleh dikarin çûn û hatinê bikin.

Li Îranê 16 milyon mayînên çandî di bin axê de hene û ev jî bûye sedem ku Îran di asta cîhanê de di warê mayînên veşartî di bin axê de bikeve pileya duyem.

Îran di kêmîneya wan welatan de ye ku peymana Atawa îmze nekirine. Li gor vê peymanê, welatên îmzeker, erkdar dibin ku mayînên dijînefer berhem neynin, nefiroşin û bi kar jî neynin.