Di derheqê hevserokê HDP’ê Demîrtaş de doz hate vekirin

20:09 - 30 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Dozgeriya Tirkiyê di derheqê hevserokê HDP’ê Demîrtaş de doz vekir, û tê zanîn ku ev doza di demekê de vebûye ku şer û pevçûn di navbera leşkerên Tirk û PKK’ê de giran bûne.

Li gor nûçeyên belavbûyî di roja Duşemiyê 28’ê Çileya Pêşîn a 2015’an de Demîrtaş yek ji hevserokên HDP’ê ji ber ku piştgirî ji “Xweseriyê” kiribû, di derheqê wî de doz hatiye vekirin. Ev doz di bajarê Amedê de, ku yek ji wan bajaran e, ku piraniya nifûsa wê kurd in de, dest pê kiriye.

Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) di debarê xweseriyê de daxuyaniyak da, û tê de daxwaz kir ku vê pirsgirêka Kurd di Tirkiyê de bi xweseriyê çareser bibe, herwiha Demîrtaş di vê kongireyê îlan kiriye ku ev firsendeke herî mezin e da ku herdu alî bikaribin di kêleka hevdu de, jiyan bikin.

Li gor nûçegihaniyan, Davûd Oglu dibêje ku, Partiya Demokratîk a Gelan piştgiriya PKK’ê dike, ew nabe piştgiriya PKK’ê bike, belkû berevajî pêwîste Demîrtaş çalakiyên çekdarî yên PKK’ê şemezar bike .

Demîrtaş di gotûbêja digel kanala “ZDF” a Alman de, piştgiriya ji PKK ê red kir, û got ku AKP xwe dixapîne, û Davûd Oglu û Erdogan tenê hêza desthilatdariyê bi kar tînin.