Di demsala sir û seqemê de xwendingehên bajarê Banê bê sotemenî ne

21:04 - 8 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Serbarê derbazbûna nîviya demsala sirê di Kurdistanê de, hêj kilasên xwendingehên bajarê Banê yê ser bi parêzgeha Sinê, ji petrol û alavên gerimkirinê bêpar in, û xwendekar di nava sir û seqemê de xwendina xwe bizehmet didomînin.

Li gorî rapora gehiştî destê nûçegihaniya Kurdpayê, daxwaza gehandina petrol û alavên gerimkirinê ji aliyê berpirsyarên perwerdehiyê bo xwendingehan, hêj bê bersiv maye û aliyên peywendîdar ên hikûmetê jî, kêmbûn û destpêvegirtinê dikine hêcet.

Keysa nebûna sotemeniyê li bajarê Banê li ser torên civakî deng vedaye û dayîk û babên zarokên ku li xwendingehên wî bajarî dersê dixwînin, li hemberî xemsariya berpirsyarên têkilîdar ku dibine sedema nesaxiya zarokên wan, dilgiran in.

Rewşa nebaş ya sîstema gerimkirinê di xwendingehên bajarê banê di demekê de medyayî dibe ku berpirsyarê “Şirketa Millî” ya belavkirin û parvekirina berhemên petrolê ên herêmên Kurdistanê, ji nûçegehaniya Mêhrê re ragehand ku “Di sala îsal de 58 milyon lîtir petrola Spî hatiye parvekirin”. Lê li gorî amaran li bajarê Banê tenê 700 xwendekar ên qonaxa paşnawendî (debîristanê) mijûlî xwendinê ne.