Di demsala havîna îsal de 301 bajarên Îranê wê tevî kêm aviyê berbirû bin

22:30 - 23 Hezîran 2016
Ajans Kurdpa: Di bereberê demsala Havîna îsal de, serbarê vê ku saziya keş û hewaya Îranê ragehand ku, di vê Havînê de pileyên germê wê zêdetir ji salên derbazbûyî be, Cîgirê Wezîrê “Nîrû” (Wize) ya Komara Îslamî ragehand ku, li gorî pêşbîniyan, 301 bajarên Îranê di Havîna Îsal de wê tevî kirîza kêmbûna avê berbirû bin.

Li gorî nûçeyên belav bûyî, Rehîm Meydanî yê cîgirê “Ab û Fazilab” yê wezîrê Nîro ya Komara Îslamî ragehandiye ku, tê pêşbînîkirin ku di demsala Havîna 1395’an de, 301 bajarên Îranê tevî kirîza avê berbirû bin, ku eva jî bi wateya têkçûna rêjeya berhemanîn û bikaranîna avê tê.

Hatiye ragehandi ku mesrefkirina avê ya her takeke Îranî di rojê de, 300 lîtr e, eva jî du hemberî mesrefa nawincî ya her takekî ye di cîhanê de.

Bajarên herî sereke ên Îranê ku li gorî pêşbîniyan wê tevî kirîza avê berbirû bin pêk tên ji, Şîraz, Îsfehan, Kirman û Bûşêhrê.

Eva pitir ji 15 salan e ku Îran tevî kirîza avê berbirû ye, jiber ku serbarê hişkesaliya ku hemû herêm xistiye bin bandore xwe, deshilatdariya Komara Îslamî tu girîngiyek û bûdceyek taybet bona kêmkirina kirîza avê li parêzgehên nawendî ên Îranê terxan nekiriye, belkî piraniya bûdceya welat bona karûbarên serbazî ên Sipaha Pasdaran li navxwe û derveyî sînorên Îranê, hatiye mezaxtin.

Lê di çend salên derbazbûyî de bona dabînkirina hewcehiya avê li parêzgehên nawendî ên Îranê, Komara Îslamî dest avêtiye veguhaztina avên herêmên derdora Îranê, ên weke Kurdistana û Xûzistan bo nawenda Îranê, ku eva jî bûye sedema kêm bûna avê li wan deveren, û encama wê jî bê guman xisar û derbên mezin in li kerta cutkariya wan herêman, ku take çavkaniya dahata xelkê wê ye.

Şareza liser vê baweriyê ne ku hekî kirîza avê li Îranê nehê çareserkirin, wê di pêşerjeke ne dûr de, li Îranê şerê avê ser hilde.