Di dadgeha pêdaçûnê de Cezaya zêdetir bi ser welatiyekî Kurd hate sepandin

19:01 - 10 Gulan 2020

Cezaya 5 sal hepsa te`izîrî a welatiyekî Kurd yê bi navê “Şehram Kazimiyan” di taya 10 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê, bo 6 sal hepsa te`izîrî hate zêdekirin.

Ew welatiyê Kurd ji aliyê taya 2 a dadgeha binav şoreş a bajarê Urmiyê bi serokatiya dadwer “Şêyxlû”, bi 5 sal hepsa te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye roja Şemî 20`ê Reşemeya sala 1398`an, bi wî hepsiyê Kurd di girtîgeha bajarê Urmiyê de hate ragihandin.

Roja Duşemî 12`ê Reşemeya sala 1398`an, yekimîn mehkemeya wî welatiyê Kurd bi serokatiya dadwer “Şêyxlû” di taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi rê ve çû û navbirî bi “alîkarîkirin di gel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” hate tohmetbarkirin.

Roja Şemî 12`ê Rêbendan, ew welatiyê Kurd, piştî mehek lêkolîn di girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî a wî bajarê hate veguhastin.

 Şehram Kazimiyan” roja Çarşemî 11`ê Befranbara sala 1398`an, bi bê hebûna ti belgeke yasayî  ji aliyê hêzên evlehîve hatibû binçavkirin.