Di bilindahiyên sînorên bajarê Urmiyê de sirr û seqemê canê kolberekî jê standin

16:54 - 28 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê, bi sedema sirr û seqemê di bilindahiyên “Dalamper” a li ser sînor wî bajarî canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva Înê 4`ê Xezelwerê (26`ê Çiriya Pêşîn) kolberê Kurd yê bi navê “Mizefer Husêynî” temen 35 salî û kurê “Elî” xelkê gundê “Gêsyan” a girêdayî devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, di heyama kolberiyê de û bi sedema sirr û seqemê jiyana xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe rû li deverên sînorî kiribû ku, di bilindahiyên “Dalamper” a li ser sînorê bajarê Urmiyê bi sedema dijwariya sirr û seqemê canê xwe ji dest daye.

Sala borî jî pênc kolberên Kurd bi sedema sirr û seqemê, befirbarîna zêde û hatina reniyê li a Rêbendanê, li ser sînorên bajarên wekî, Urmiye, Şino û Pîranşarê canê xwe ji dest dabûn.

Sedemên serekî yên zêdebûna bûyerên kolberiyê, kêmbûna derfetên kar, xemsariya hikûmetê derheq sermayeguzarîkirina di Kurdistanê de, û zêdebûna nirxên aborî di gumrikan de, û bûne sedema rûkirina kesên betal bo karên metirsîdar wekî kolberiyê li ser sînoran.

Destpêkirina demsala sirr û seqemê, barîna befra zêde, metirisiyên din in ku kolber li ser sînorên bajarên Kurdistanê digel wan rûbirû ne.