Di bereberê heyva Remazanê de li Îranê buhaya hewcehiyên rojê %30’ê zêde dibe

22:01 - 30 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Serbarê vê ku hêj çend rojek bo hatina heyva Remezanê maye û dewleta Komara Îslamî jî soza kontrolkirina bazara Îranê di vê heyvê de daye, lê wûsa dixûye ku îsal jî nirxa kelupel û hewcehiyên rojê yên di bazaran de, bazar bi xwe diharî bike û dewlet nekare rolê di vê derheqê de bibîne.

Nûçegihaniya “Fars” ragehand ku, serbarê nerazîbûna xelkê ji giranbûna nirxa kelûpel û hewcehiyên rojê, tenanet xwedî dukan û bazar jî ji vê giraniyê nerazîne û dibêjin, her çi qas nirxa kelûpel û hewcehiyên rojê di heyva remezanê de buhatir bibe, kiryarên wan jî kêmtir dibin û xelik nikare wan hewcehiyan bikire.

Bi awayekî ku li bazarên Îranê de nirxa hinek hewcehiyên rojê di heyva derbazbûyî de bi vê awayî giran bûye:

Kîloyeke Xurmê ji 5 Hizar û 500 Tûmenî bo 9 Tûmenî buha bûye
Kîloyeke Lûbya Çîtî ji 7 Hizar û 500 Tûmenî bo 9 Hizar Tûmenî
Kîloyeke Nîsk ji 8 Hizar Tûmenî bo 9 Hizar Tûmenî
Kîloyeke Lepe ji 6 Hizar û 500 Tûmenî bo 8 Hizar û 500 Tûmenî
Eva di demekî de ye ku nirxa piraniya hewcehiyên din ên weke Mirîşk û goştê Sor û hêk û gellekên din jî, di bazarên Îranê de, di bereberê heyva Remezanê de bilez ber bi zêdebûnê ve diçin.