Di bajarên Bane û Merîwanê de 97 dersxwan bi sedema hejariyê dest ji xwendinê berdane

12:06 - 14 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Nêzî 100 dersxwan di bajarên Bane û Merîwanê de, bi sedema hejarî û destkurtiyê ve, dest ji xwendinê berdane û xwendingeh bi cih hiştine.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, 49 dersxwan li bajarê Banê û 48 dersxwan li bajarê Merîwanê, bi sedema dahatên kêm a malbatên wan, dest ji xwendinê berdane.

Ew dersxwanane bi sedema hejarî û destkurtiyê û herwisa bo xwedîkirina malbatên xwe, rû li destfiroşî di deverên sînorî de kirine.

Bi sedema nebûna sîstemekî kêrhatî li derheq proseya xwandin li welatê Îranê û deverên hejarnişîn yên wî welatî, asta devberdan ji xwendinê, bi nebûna dahata hewce a malbatên wan, didin zanîn.

Bi sedma hejarî, betalî û nebûna kareke baş, malbat neçarin ku nekarin dahata zarokên xwe dabîn bikin û her bi sedemê jî zarokên dersxwan desv ji xwendê berdidin.