Di bajarê Sineyê ji ber bikaranîna madeyên hişbir mirin gihîştiye asta herî jor

20:48 - 27 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurpa: Di heşt mehên debazbûyî de, 33 hemwelatiyên bajarê Sineyê bi sebeba tûşbûna bi medeyên hişbir û bikaranîna vê madeya malvêranker , jiyana xwe ji dest didin.

Li gor nûçeyên gihiştine Ajansa Nûçegîhaniya Kurdpa,di dema heşt mehên debazbûyî de, di bajarê Sineyê de 33 kesan bi sebeba bikaranîna madeyên hişbir jiyana xwe ji dest dane, û ev aste li gor sala debazbûyî, %32 zêde bûye.

Di sala debazbûyî de 25 kesan bi sedema bikaranîna madeyên hişbir, jiyana xwe ji dest dane, ku ev jî di dema îsal de çêbûye,û % 23 zêde kiriye.

Bi giştî kesên ku di bajarê Sineyê de bi sedema bikaranîna madeyên hişbir jiyana xwe ji dest dane,di despêka heşt mehên îsal de, ji wan 29 mêr û 4 jî jin bûne.

Heya niha jî cureyên madeyên hişbir yên ku herî zêde di welatê Îranê de tê bikaranîn, “Tiryak,Heruyîn û Şîşe ye.